Wezîrên Îsraîlê agirbest red kirin û gefa vekisîna ji hikûmeta Netanyahû xwarin
PeyamaKurd – Piştî ku hikûmeta Îsraîl û Hamasê li ser pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo agirbest û berdana rehîneyan lihevkirina xwe ragihand, di nav hikûmeta Îsraîlê de bertek bo Netanyahû hatin nîşandan.
Li gorî zanyariyên dawî, Hamas û Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya bo Şerîda Xezeyê li hev kirine.
Piştî ku hikûmeta bi seroktiya Netanyahû jî ev lihevkirin piştrast kir, Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlehiya Niştimanî Itamar Ben-Gvir, gefa vekişîna ji hikûmeta Serokwezîr Binyamîn Netanyahû xwarin.
Li ser pêşniyara agirbestê ya nû Smotrich xîtabî Netanyahû kir û got: "Nabim parçeyekî hikûmeta ku bêyî tunekirina Hamasê û vegerandina rehîneyan, pêşnûmeya agirbestê ya hatiye pêşniyarkirin qebûl kiriye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin