Akin Gurlek: Dozên Rabîa Naz û Rojîn Kabaîş jî tên lêkolînkirin
Akin Gurlek diyar kir ku piştî vekirina doza Gulistan Doku, dozên Rabîa Naz Vatan û Rojîn Kabaîş jî di heman çarçoveyê de tên lêkolînkirin.
RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek ragihand ku ji bo vekirina doza Gulistan Doku, ku 6 sal berê winda bûbû, di nav wezaretê de komeke xebatê ya taybet hatiye avakirin.
Di nirxandina xwe ya ji nû ve vekirina dozê de, Gurlek diyar kir ku ne tenê lêpirsîna Gulistan Doku, lê dozên Rabia Naz Vatan û Rojîn Kabaîş jî di heman çarçoveyê de tên lêkolînkirin. Gürlek diyar kir ku wan di nav wezaretê de tîmek ava kiriye û ev daxuyanî da:
"Me di nav Wezareta Dadê de tîmek ava kiriye. Ev tîm dê dosyayên ku wijdan diêşînin lêkolîn bike. Ne tenê doza Gulistan Doku, dozên Rabîa Naz û Rojîn Kabaîş jî têne lêkolînkirin. Em ê bi baldarî dozên neçareserkirî yên jin û zarokan bişopînin. Serdozgerê Tunceliyê doza Gulistan Doku bi baldarî lêkolîn kir. Berpirsiyarî girtiye ser xwe. Lêkolînên pêwîst dike. Em li kêleka serdozgerên xwe ne ku di dozên wiha hesas de, bêyî ku kî têkildar be, bi baldarî lêpirsînan dikin."
