Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Gallant seredana xwe ya DYAyê pas de xist

09 cotmeh 2024 02:37
Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Gallant seredana xwe ya DYAyê pas de xist

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê (Pentagon) ragihand ku seredana wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ya ji bo DYAyê ku wê sibê bikira hatiye paşdexistin.

Gallant, di seredana xwe de wê bi wezîrê bergiriyê yê DYAyê Lloyd Austin û şêwirmendê netewî yê DYAyê bi  Jake Sullivan re biciviya.

Sedema seredana Gallant ya DYA yê ji bo çi hat paşdexistin nehat ragihandin.