Wezareta Tendurustiyê: Ew welatiyê ji Brîtanya vegeriyabû ne bi vîrusa nû ya Koronayê ye
18 rêbendan 2021 16:00
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê, Wezareta Tendurustiyê ya Kurdistanê diyar kir, ew welatiyê Duhokê yê ji Brîtanya vegeriyabû, bi vîrusa nû ya Koronayê neketiye.
Li Duhokê çend roj berê kesekî xelkê Duhokê, ji Brîtanya vegeriyabû. Berpirsên tenduristiyê, wek tedbîr ew kerentîn kiribûn û testa Koronayê û vîrusa nû ya Koronayê jê re kiribû.
Wezareta Tendurustiyê ya Kurdistanê, li ser wê haletê daxuyaniyek da û eşkere kir, ew kesê han bi vîrsa nû ya Koronayê neketiye.
Berdevkê Wezareta Tendurustiyê Dr. Aso Hewêzî jî da zanîn, ew welatiyê Duhokî baş bûye û vegeriyaye mala xwe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kurdê bi navê Nedîm Zehawî bû serokê nû yê Wezareta Darayî ya Brîtanyayê
06 trm 2022
Jiyan
Brîtanyayê hisyariya neçûna Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da welatiyên xwe
14 tbx 2022

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin