Wezareta Tenduristiyê: Li Duhokê di 2 kes bi kovid-19 ê ketin

25 nîsan 2020 04:47
Wezareta Tenduristiyê: Li Duhokê di 2 kes bi kovid-19 ê ketin

PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku testên 2 kesan yên kovid-19 ê, li bajarê Duhokê posîtîv derketine. Her 2 kesên ku di wan de kovid-19 hatine tesbîtkirin ji Duhoke ne. Yek ji wan 77 saliye û yê din 8 saliye.

Berê hatibû ragihandin ku li Duhokê kovid-19 nemaye lê paşî hatibû ragihandin ku di 3 kesan de kovid-19 hatiye tesbîtkirin.