Wezareta Tenduristiyê behsa vîrusa rojavayê Nîlê kir

20 tîrmeh 2019 22:45
Wezareta Tenduristiyê behsa vîrusa rojavayê Nîlê kir

PeyamaKurd- Li bajarê Îstenbolê li navçeyên Esenler û Avcilarê nexweşîna ku ji kelmêşên (pêşî) rojavayê Nîlê çêdibe hat dîtin. Wezaret bûyerê piştrast kir û behsa tedbîrên ku bên sitendin kir. Gelek nexweş bi sedema ku agirê wan bilind bûye û di wan de bêhalî peyda bûye, seredana nexweşxaneyan kirin. Teşxîsa “vîrusa bi agir ya rojavayê Nîlê” hat danîn.

Vîrus bi pêvedana kelmêşan dikeve bedena mirov. Dikare nexweşînên norolojîk çêbike û bibe sedema mirinê. Li gor ragihandina wezaretê ev nexweşîn bi rêya balindeyên (çûk=çivîk) koçber digihê mirovan. Nexweşîn di navbera 3 roj û 2 hefteyan de diyar dibe. Balindeyên koçber dema koç dikin û her devera ku lê datînin, dikarin bi xwe re wê nexweşînê ji deveran bigihînin deverên din.

Di gelek nexweşan de nîşaneya nexweşînê diyar nabe lê yên ku di wan de diyar dibe %20ê wan agir bilind dibe, serê wan dêşe, edaleyên wan dêşin, bêhalî di wan de peyda dibe, îştaha wan tê girtin, di lenfan de werm çêdibe, vereşîn û dilê (mîde) wan lihev dikeve. Tedawiyeka wê ya taybet tineye lê tedawiya destekê heye.