Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa koronayê eskere kir
09 îlon 2020 19:15
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 545 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan jî can daye.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya 9ê Îlonê de hat ragihandin, di nav 24 demjimêrên borî de, 545 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 193 kes li Hewlêrê, 99 kes li Silêmaniyê, 19 kes li Germiyanê, 211 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 19 kesan jî can daye ku 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê û 7 kes li Duhokê ne.
Bi van hejmaran re, li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 34 hezar û 230 kesan, hejmara mirinan bû Hezar û 265 kes û 21 hezar û 556 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên rewsa Covid-19 eskere kir
22 nsn 2021
Koçber
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yê Koronayê yê hefteyekê eskere kir
15 tbx 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin