Wezareta Tenduristiyê: 91 wefat û 5.647 pêketiyên nû hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya îro ya rojane ya Kovid-19 ê belav kir. Li gor tabloyê îro bi sedema Kovid-19 ê 91 kes mirine û testên 5.647 kesan posîtîv derketine. Tevî wefatên îro jimara kesên heya îro wefat kirine gihaye 48.255 kesan. Rêjeyên din yên li ser tabloya Kovid-19 ê wehanin:
55.673.616 test heya îro hatine kirin.
5.293.627 test heya îro posîtîv derketine.
48.255 nexweş heya îro wefat kirine.
1.060 nexweşên halgiran hene.
5.167.350 nexweş heya îro baş bûne.
218.164 test îro hatine kirin.
5.647 testên îro posîtîv derketine.
495 nexweşên îro hene.
91 nexweş îro wefat kirine.
6.576 nexweş îro baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin