Wezareta Perwerdê ji bo sala nû ya xwendinê 16 milyon pirtûkan çap dike

03 tîrmeh 2022 02:04
Wezareta Perwerdê ji bo sala nû ya xwendinê 16 milyon pirtûkan çap dike

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Herîma kurdistanê, ragihand ku ew wekî wezaret ji bo sala xwendinê ya 2022-2023 16 milyon pirtûkan çap dikin.

Di daxuyaniya wezaretê ya îro 2yê Tîrmehê de hatiye diyarkirin ku hemû amadekariyên sala nû ya xwendinê (2022-2023) ji aliyê mamoste û karmendê perwerdehiyê ve têne kirin.

Wezaretê ragihand, ew dê 16 milyon pirtûkên nû çap bikin ku heta niha nîvê wan pirtûkên dersan hatine çapkirin û wê li hemû dibistanan werin belavkirin.

Herwiha beriya niha hatibû ragihandin ku wê îsa sala nû ya xwendinê li gorî sala borî zûtir dest pê bike.