Wezareta Perwerdê: Dibistan heta 8ê Nîsanê girtî dimînin
PeyamaKurd - Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, heta roja 08.04.2021ê ji derveyî pola 12ê ya amadeyî û peymangehên hikûmetê û yên taybet ên ser bi wezaretê, wê hemû qonaxên din ê dibistanan girtî bimînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li gor desthilata ji me re hatiye dayîn, di civîna lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa koronayê ya roja 01.03.2021ê û di civîna îro 25.03.2021ê ku birêz wezîrê perwerde û wekîlê wezareta û rêveberê giştî yê perwerdeyên parêzgehan jî amade bûn, ji ber zêdebûna rêjeya pêketin û mirinên ji ber pêketina vîrusa koronayê amaje bi helsengandina tenduristiyê hate kirin û biryar hat dayîn.”
Biryarên Wezareta Pêrwerdê dane wiha ne:
1 – Derveyî qonaxa 12ê ya amadeyî û peymangehên ser bi wezareta perwerdê (Yên hikûmetê û yên taybet) hemû qonaxên din ên xwendinê destbikarbûn heta roja 08.04.2021ê nabe, tenê bo encamdana helsengandina bazineya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek li dibistanên taybet û ezmûna dawiya demsalê jî li dibistanên taybet dê birêve biçin. Piştre dê civîna lijneya bilind a koronayê de helsengandina nû bo rewşa tenduristiyê bê kirin.
2 – Hemû ew dibistanên hikûmetê helsengandinên bazineya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek kirine û destbikarbûna wan jî heta roja 08.04.2021ê tê ragirtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin