Wezareta Navxwe: Divê PKK û Tirkiye serê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê

12 tebax 2020 13:34
Wezareta Navxwe: Divê PKK û Tirkiye serê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Di derbarê encama bombebarana Tirkiyê û li ser kuştina du fermandarên hêzên pasavaniya sînor ên Iraqê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniyên pevçûnên xwe.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Em xelkê xwe dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şiyan û hewldanên xwe bi kar tîne, da ku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.”

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

Demjimêr 14:45ê îro sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, li devera Biradost dema hêzên pasevaniya sînor ên ser bi hikûmeta federalî ya Iraqê bi tijîkirina wê valahiyê ve mijûl bûn ku li xalên sînorî çêbûbûn û mebesta wan ew bû ku gefa şer ji ser nişteciyên wan deveran dûr bixin, ji aliyê firokeyeke leşkerî ya Tirkiyê ve otomobîleke hêzên pasevaniya sînor bûye armanc û mixabin du efserên bi navên Emîd Mihemed Reşîd Silêman, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor û Eqîd Zûbêr Halî Tacdîn, Fermandarê Fewca 3 ya Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor, herwiha Eqîd Husamedîn Ebdurehman Hesen, şehîd bûn.

Em li vir carek din tînin ziman ku divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniyên pevçûnên xwe.

Bi vê boneya xemnak, em sersaxiya malbata şehîdan dixwazin û wan li Xwedayê Mezin ve dispêrin, ku wan bi bihişta xwe şad bike û hêvî dikin ku ewên birîndar bûne di demeke herî nêz de baş bibin. Em xelkê xwe dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şiyan û hewldanên xwe bi kar tîne, daku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.