Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê bang li Balyozê Îtalyayê kir
PeyamaKurd – Piştî gotinên Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi yên li ser Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê weke bertek, bang li Balyozê Îtalyayê yê li Enqerê Massimo Gaiani kir.
Medyaya fermî ya Tirkiyê diyar kir, di vê bangkirinê de Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê, nerazîbûna xwe ya tund li dijî gotinên Serokwezîrê Îtalyayê yên di derheqê Erdogan de gihandiye Balyozê Îtalyayê û ew gotin şermezar kiriye.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di peyameke li ser Twitterê de, li hember gotinên Serokwezîrê Îtalyayê bertek nîşan daye û ragihandiye: “Em wan gotinên nexweş û bêsînor ên Serokwezîrê raspartî Draghi, ên li dijî Serokkomarê me ku bi rêya hilbijartinê hatiye, bi tundî şermezar dikin û lê vedigerînin.”
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke “dîktator” bi nav kiribû, ji ber ku di dema civîna li gel serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê de kursî ji bo Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen danenîbû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin