Wezareta Karên derve ya Tirkiyê bangî balyozê Îranê yê Ankara kir

12 berfanbar 2020 04:16
Wezareta Karên derve ya Tirkiyê bangî balyozê Îranê yê Ankara kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê bang li balyozê Îranê yê Ankarayê Ferazmend kir da here wezareta karên derve ya Tirkiyê. Wezaretê li ser tewrê Îranê ya li hemberê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bertek nîşan dan.

Bi serkonsolosê mezin yê Îranê Feramend re li ser peyama wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf, li ser bangkirina balyozê Tirkiyê yê Tehranê bo wezareta karên derve ya Îranê û kampanya di derbarê Tayip Erdoğan de û bo ji Tirkiyê nefret bêkirin tiştên tên gotin de, ji balyozê Îranê re gotin.

Li ser ku Cewad zarîf di derbarê Erdoğan de di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandinan kiribû Tirkiye xwe aciz dike û dibêje rêyên dîplomatîk hene û çima di ser medyayê de tiştên weha tên ragihandin.

Erdoğan li Bakuya Azerbeycanê helbestekî ji helbestvanê Azerî xwendibû lê Îranê helbestê bo perçekirina Îranê şirove kiribû û weka Erdoğan dixwaze Azerbeycana Îranê û ya niha bike yek qebûl kiribûn.