Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê erdhejê de hisyarî da
21 sibat 2023 16:34
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê erdhejê de hişyarî da welatiyên xwe yên li Hatayê û derdora wê dijîn.
Balyozxaneya Iraqê ya Enqereyê derbarê erdheja li Hatay û derdora wê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku welatiyên Iraqê yên li herêmê dijîn, nêzî avahiyên ku ji ber erdhejê zerar dîtine derbas nebin.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, divê welatî di rewşa awarte de bi balyozxane û konsulxaneyên Iraqê re bikevin têkiliyê.
Do (20ê Sibatê) li Hatayê li pey hev du erdhejên bi pileya 6.4 û 5.8 pêk hatibûn.
Di erdhejan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 jê giran 294 kes birîndar bûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin