Wezareta Derve ya Amerîkayê pistgiriya xwe bo agirbesta Îdlibê ragihand
PeyamaKurd– Wezareta Derve ya Amerîka piştgiriya agirbesta Idlibê kir û ragihand, bendewariya Amerîka ew e ku rêjîma Esed û alîgirên wê pabendî agirbestê bin.
Şeva borî piştî hevdîtina Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademir Putin, her du aliyan li ser ragihandina agirbestê li Îdlibê li hev kirin. Agirbest nîvê şevên ago di destpêka roja nû de ket meriyetê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya derbarêagirbestê deragihand.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin ku ew piştgiriya wê agirbestê dikin û hêvîdar in ew pêngav bibe hêviyek ji bona kêmkirina wê kirîz û kambaxiya ku hêzên rejîma Esed, Rûsya, Îran û Hizbullahê bûne sebeba derketina wê.
Wezareta Derve ya Amerîka her wiha ragihandiye, ew hêvîdar in û li çaverê ne ku rêjîma Esed û alîgirên wê pabendî agirbestê bin û ew agirbest li tevahiya Sûriyê were cîbicîkirin û di çarçoveya biryara 2254an a NYyê de li Sûriyê çareseriyek siyasî pêk were.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin