Wezareta Derve ya Amerîkayê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
30 gulan 2019 12:49
PeyamaKurd - Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek di peywendiyeke telefonî de Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û di posta wî nû de jê re serkeftin xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê peywendiya telefonî û pîrzbahiyê spasiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir. Di vê peywendiya telefonî de herdu aliyan tekezî li ser berdewamî û pêşxistina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.
Parlamentoya Kurdistanê 28ê Gulana 2019an , bi piraniya dengên parlamenteran namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re sand
09 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin