Wezareta Derve ya Amerîka: Ti nîsaneyeke ku armanca êrîsê Amerîka be nîne!

14 adar 2022 04:17
Wezareta Derve ya Amerîka: Ti nîsaneyeke ku armanca êrîsê Amerîka be nîne!

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa bi 12 moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de şermezar kir û ragihand, ti nîşaneyeke ku armanca êrîşê Amerîka ne nîne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, “Amerîka bi tundî êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê protesto dike ku ji Îranê ve çavkanî digire.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, ti nîşaneyek nîne ku nîşan bide êrîşa han li dijî Amerîka hatibe kirin û da xuyakirin: “Ew êrîş binpêkariyeke gelek xirab a serweriya Iraqê ye. Ziyan negihîştiye ti saziyeke Amerîkî û ti karmendekî Amerîkî jî birîndar nebûye.”

Dİ daxuyaniyê de hat gotin, “Pêwîst e Îran demildest êrîşên xwe rawestîne, rêz li serweriya Iraqê bigre, destwerdana di karûbarên navxwe yên Iraqê de rawestîne.”

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir: “Amerîka piştgiriya hevbeşên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê dike, hevkariya hevbeşên xwe yên li herêmê dike da ku berevaniyê li xwe bikin.”