Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Me hejmarek ji tankên xwe yên li nêzîkî sînorê Ukraynayê vekisand
18 sibat 2022 17:57
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê da zanîn, artêşa wan hejmarek ji tankên xwe yên li nêzîkî sînorê Ukraynayê vekişandine. Herwiha beşek ji wan hêzên ku şandibû nîvgirava Qirimê, vegerandine cihên wan ên berê.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro Înê 18ê Sibata 2022yan daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, trêneke serbazî ya Rûsyayê beşek ji wan çek û alavên serbazî û tank vegerandine, ku beriya niha ji bo deverên sînorî hatibûn şandin.
Vekişandina beşek ji hêzên Rûsyayê ji sînorê Ukraynayê piştî wê yekê hat ku îro Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir; Rûsya vegeriyaye serdema şerê sar.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Blinken: Me dorpêçê danî ser 11 rêvebirên wezareta berevaniyê ya Rûsyayê
16 adr 2022
Cîhan
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: 5 lesker can dan û 8 lesker birîndar bûn
13 rbn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin