Wezareta Berevaniya Ûkrayna: Belarûs amadekariya sandina hêzê dike

09 adar 2022 00:36
Wezareta Berevaniya Ûkrayna: Belarûs amadekariya sandina hêzê dike

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ûkraynayê, di roja 13emîn a êrîşa Rûsyayê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa Belarûs a hevpeymana Rûsya li ser sînorên Ûkraynayê kom bûne û dibe ji bo piştevaniya artêşa Rûsyayê derbasî hûndir bibin.

Wezaretê îro 8ê Adarê daye xuyakirin, beşek ji hêzên Belarûsê ji nû ve xwe li ser sînorên Ûkraynayê kom kirine.

Hatiye gotin ku hêzeke artêşa Belarûsê li nêzî bajarê Brestê û hêzeke din jî li gundê Aleksandrov ê Gomelê bicih bûne ku li ser sînorên Ûkraynayê ne.