Werzisvanê Kurd bû sampiyonê cîhanê: ‘Bijî Kurd û Kurdistan!’
30 tîrmeh 2019 18:29
PeyamaKurd – Werzişvanê Kurd Hêmin Mehdî yê xelkê Hewlêrê di festîvala tekwandoyê ya cîhanê ya sala 2019an de bû yekem li cîhanê û madalyona zêrîn wergirt.
Hemîn Mehdî piştî vê serkeftinê li ser medya civakî got, “Ez spasiya xwedê dikim careke din dubare ez bûm yekemê cîhanê di festîvala tekwandoya cîhanî ya 2019ê ya li bajarê Pyeong Chang a Koreya Başûr ku 57 welat beşdar bûbûn. Min karî bi şikandina 12 fayansan ve bi navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê ve bibin yekem.”
Werzişvanê Kurd spasiya hemû kesên jê re bûne alîkar kir û bi drişuma ‘Bijî Kurd û Bijî Kurdistan!’ dawî li gotinên xwe anî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Werzisvanê Kurd Fersad Gerdkane bû sampiyonê Ewropayê yê Jiu-Jitsuyê
01 mjd 2025
Aborî
Werzisvanê Kurd di Sampîyoniya Cîhanê ya Kickboksê de bû duyemîn
28 gln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin