Welîahd Prensê Erebistana Saûdiyê, bi serokê Îranê yê demkî re axifî û taziyên xwe ragihand
25 gulan 2024 02:27
PeyamaKurd - Welîahd Prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed Bin Selman, bi serokê Îranê yê demkî Muhammed Muxbîr re di rêya telefonê de axifî û taziyên xwe ji bo wefata serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û 7 hevalên wî yên di qeza helîkopterê de miribûn, ragihand.
Li gor ajansa Erebistanê SPAyê, Selman ji bo Reîsî, Abdullahiyan û kesên di qezayê de mirine taziyên xwe di rêya Muxbîr de ji bo malbatên miriyan û xelkê Îranê araste kiriye.
Serokê dewleta Îranê yê demkî Muxbîr jî sipasiya xwe ji bo welîehdê Erebistana Sa’ûdiyê Muhammed Selman kir. Her dû teref her weha li ser pêşdebirina têkiliyên her dû dewletan bûn hemfikir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezîrê darayî yê Îranê seredana Erebistana Saûdiyê dike
15 sbt 2025
Cîhan
Serokê Parlamentoya Tirkiyê bi Kurdên Êzidî re civiya
21 rbn 2026
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin