Welayetî: "Li herêmê stratejiya Îranê naguhere"
PeyamaKurd - Şêwîrmendê Rêberê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî ragihand, ku "sîyaseta stratejîk" a Îranê li herêmê naguhere û dîyar kir: ku çawa ku Îran li gorî daxwaza Sûrîye û Iraqê alîkarîya van du welatana dike, dikare alî Yemenê jî bike.
Li gorî nûçeya Fars Newsê, Elî Ekber Wilayetî ku hefteya buhurî bi mebesta hevdîtina digel rayedarên Rûs çûbû Moskovayê, li hevpeyvîna digel kanala Rusia Today`ê bi gotina vê yekê ku seredana wî ya vê dawîyê bo Rûsyayê, çi têkilîyek bi seredana vê dawîyê ya serokwezîrê Îsraîlê bo Moskovayê re tinebû, pêgirî kir: Heke Îran û Rûsya ji Sûrîyê derkevin, Amerîka û Rêjîma Sîyonîst wê piştgirîya ji komên têrorîst ên li wî welatî bidomînin.
Şêwîrmendê Rêberê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî bi gotina vîya ku Îran tenê li gorî daxwaza dewleta Şamê wê ji Sûrîyê derkeve, Welayetî ragihand: Cidabûna nêrîn û helwestê yan serxwebûna sîyaseta Îran û Rûsyayê ji hev têkildarî Sûrîyê mijareke tam xwezayî ye, lê babetên hevpar û hevkarîyên Têhran û Moskovayê li Sûrîyê gellek in.
Wî herwiha got: Hebûna Îranê li Sûrîyê têkilîya xwe bi Amerîka, welatên rojavayî û yan hin welatên herêmê re tineye û Îran piştgirîyê dide parastina yekperçetîya ax, dewlet û gelê Sûriyê.
Elî Ekber Welayetî pêgirî kir ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump serederîyeke zirmohlane digel cîhanê dike û Îran li dijî her cure serdestîxwazî û îqtidarxwazîya Amerîkayê û her welatekî din e.,

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin