Welatekî Ewropayê burqa û pêçana rûyî qedexe kir

20 tebax 2026 19:08

Rêbaznameyeke ku li Portekîzê li cihên giştî lixwekirina cilên ku rû bi temamî vedişêrin, wek burqa û pêçana rû, qedexe dike. Kesên ku vê qedexeyê binpê bikin, dibe ku bi cezayekî pereyî yê heta 4 hezar euroyî re rû bi rû bimînin.

Welatekî Ewropayê burqa û pêçana rûyî qedexe kir

RûpelNews - Rêziknameya ku li Portekîzê li cihên giştî nixumandina temam a rû qedexe dike, ku di qada giştî de wekî 'qanûna burqayê' tê zanîn, ket meriyetê.

Rêzikname, ku ji aliyê Partiya Chega ya rastgirê tund ve hatibû amadekirin, bi piştgiriya Partiya Demokrat a Sosyal (PSD) a navend rastgir a desthilatdar re ji aliyê parlamenê ve hat pejirandin. Bi îmzekirina qanûnê ji aliyê Serok António José Seguro ve, Portekîz jî tevlî rêza wan welatên Ewropî bûye ku qedexeya li ser cilên ku rû bi temamî vedigirin, bi cih tînin.

Ji bo binpêkeran cezayên heta 4 hezar euroyî

Li gorî yasaya nû, li cihên giştî lixwekirina cilên ku rû bi temamî vedigirin û naskirina kesê asteng dikin, dê bê qedexekirin.

Lêbelê, balafirgeh, nûneriyên dîplomatîk û cihên îbadetê dê ji vê qedexeyê bêne derxistin.

Kesên ku vê qedexeyê binpê bikin, dibe ku bi cezayên pereyî yên di navbera 200 û 4 hezar euroyî de rû bi rû bimînin.

Zorkirina li ser jinekê ku rûyê xwe ji ber sedemên çandî an olî bigire jî dê wek sûcekî cezayî were hesibandin. Kesên ku bi vî sûcî sûcdar bên dîtin, dibe ku heta sê salan cezayê girtîgehê li wan were birîn.

Partiyên çepgir bertek nîşan dan

Ev qanûn ji aliyê partiyên çepgir û hin saziyên hiqûqî yên li welêt ve rastî rexneyan hatiye.

Partiya Sosyalîst a navend çepgir (PS) anî ziman ku qanûn nêzîkatiyeke îslamofobîk nîşan dide û dikare rîska radîkallebûnê zêde bike. Partiya Komunîst a Portekîzî (PCP) diyar kir ku rêzikname dê nefreta ji biyaniyan geş bike, di heman demê de partiya kesk çepgir Livre partiyên rastgir tawanbar kir ku tirs û nefreta civakî ya li hember Misilmanan geş dikin.

Baroya Portekîzê, Konseya Bilind a Daîreya Dozgeriya Giştî û Komeleya Parêzerên Jinan a Portekîzê jî derbarê yasayê de fikarên xwe yên destûrî anîn ziman.

Bi ketina yasayê di meriyetê de, Portekîz jî tevlî rêza welatên Ewropî yên wekî Fransa, Belçîka û Nemsayê bû, ku li wan li ser cilên rû nixamtî qedexe hene.