Wê Papayê Vatîkanê li Iraqê serdana Sîstanî bike
28 rêbendan 2021 23:04
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Papayê Katolîkên Cîhanê Papa Franciscus di serdana xwe ya Iraqê de, wê serdana Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî jî bike.
Patrîkê Kildanî yê Katolîkî Louis Sako ji melpera nûçeyan a Vatican Newsê re ragihandiye; Papa Franciscus dê li bajarê Necefê serdana Elî Sîstanî bike û çend mijarên girîng wê gotûbêj bikin.
Louis Sako gotiye, nameyek derbarê aştiyê de li cem Papa ye û kurtasiya wê nameyê jî ew e ku "êdî şer bes e".
Beriya niha Vatîkanê ragihandibû ku wê Papa Franciscus 5 Adara 2021ê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike ku 8ê Adarê jî serdana xwe bidawî bîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Nûnerê NY yê Iraqê di demeke hestiyar de serdana Elî Sîstanî kir
04 mjd 2024
Cîhan
Hunermenda Kurd a Rûsyayê serdana Papayê Vatîkanê kir
12 rbn 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin