'Wê Biden rakirina vetoya ser derîyên sînorên Sûriyê bi Pûtîn bide qebûlkirin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Amerîkayê Joe Biden di hevdîtina xwe ya 16ê vê mehê ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, wê rakirina vetoya ser deriyên sînorê Sûriyê bi Pûtîn bide qebûlkirin daku alîkariyên mirovî bi rêya 3 dergehan bigihe mexdurên şerê Sûriyê.
Li gorî zanyariyan yek ji mijara hevdîtina Biden û Pûtîn rewşa Sûriyê ye ku bi taybet jî pirsgirêka vetoya Rûsî ya ser vekirina deriyên sînorî ye.
Li gorî medya Erebî Amerîka bawer e ku Biden di hevdîtina ligel Pûtîn ku çav li rê ye li Cenêvê pêk were de, bi Pûtîn bide pejirandin ku Rûsya li New Yorkê mafê vetoyê li dijî biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya hejmara 2533an ji bo derbaskirina alîkariyê bi rêya sînor bi kar neyîne û vetoya xwe rake.
Encûmena Asayîşa Navdewletî sala 2014an biryara 2165an derxistibû ku li gorî wê alîkarî bi rêya sînorên bi Tirkiye, Iraq û Urdinê digihandin Sûriyê.
Lê belê Rûsyayê sala borî biryara NY veto kir û tenê hişt ku alîkarî bi rêya dergeha Bab El-Hewa ya di navbera Tirkiye û Idlibê de derbas bibe.
Rûsyayê xwest fişarê li dewletên rojavayî bike da ku bi hikumeta Şamê û herêmên di bin kontrola wê de ne re mijûl bibin.
Rêveberiya Biden jî niha dixwaze 3 dergehan veke, 2 bi Tirkiyê re û 1 di navbera rojhilatê Firatê û Iraqê de. Dîplomatên amerîkî jî ji bo piştgiriya vê daxwaza Amerîkayê dest bi xebatê kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin