Wansporê li Enqerê hevrikê xwe têk bir û bû sampiyon

24 gulan 2019 19:47
Wansporê li Enqerê hevrikê xwe têk bir û bû sampiyon

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya bakurê Kurdistanê Wanspor di Lîga Play Off a 3yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de, îro li Enqerê bi tîma Esenler Eroksporsê re têkoşîna şampiyonê da û bi encama 2-1 hevrikê xwe têk bir.

Wanspor bi vê encamê re piştî 8 salan bû şampiyonê Lîga Play Off a Sêyemîn û derbasî asta Lîga 2yemîn bû.

Maça Wanspor û Eroksporê ji aliyê bi deh hezaran futbolhezan ve ji nêzîk ve hat şopandin û piştî diyarbûna encamê û bidestxistina şampiyoniyê li hûndir û derveyê stadyumê şahî hatin lidarxistin.

Piştî şampiyoniyê gelek peyamên pîrozkirinê li ser medya civakî bo tîma Wanspor hatin belavkirin.