Wan | Li bilindahiya 3 hezar metran keleha navenda rêveberiya Urartuyan hat dîtin

02 tîrmeh 2022 22:36
Wan | Li bilindahiya 3 hezar metran keleha navenda rêveberiya Urartuyan hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê navçeya Payîzava ya Bakurê Kurdistanê, ji aliyê komek şûnwarnas ve keleheke heyama Urartuyan li bilindahiya 3 hezar û 300 metreyên deryayê hat dîtin.

Serokê Beşa Arkeolojî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ragihand: “Piştî nêzîkî 4 demjimêran ku em hilkişiyan ser çiya tenê em gihîştin destpêka rêya dîrokî ya ku diçe kelehê. Dîtina vê rêyê em xistin nav kelecanekê. Rêyeke bi fetlonek e û firehiya wê nêzîkî 3 metre û dirêjiya wê jî nêzîkî kîlometreyekê ye.”

Herwiha li lûtkeya çiya bermahiyên birc, sarinceke 7 metre û hejmareke seramîk ên ku dîroka wan digehe serdemên cûda hatine dîtin.

Dîroknas dibêjin, ev keleha nû yekem şûnwar e ku li cihekî ewqasî bilind hatiye dîtin û di vekolînê de bermahiyên Serdema Hesin û Navîn jî hatine bidestxistin.

Hat diyarkirin, ji ber ku her çar aliyê kelehê zinar in ji aliyê dîroknasan ve tê pêşbinîkirin ku keleh cihê navenda rêveberiya şaristaniya Urartuyan bûye.