Wan | Di lehiya Elbakê de 6 xanî herifîn, rewsa keça di ber lehiyê de çûbû bas e

01 tebax 2021 16:07
Wan | Di lehiya Elbakê de 6 xanî herifîn, rewsa keça di ber lehiyê de çûbû bas e

PeyamaKurd - Li navçeya Elbakê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku du roj in rastî bobelata lehîyê bûye, ziyaneke mezin çêbû.

Li gundê Xaşkan ku niha wek tax tê binavkirin û 60 kîlometre dûrî navçeya Elbakê ye doh 31ê Tîrmehê baraneke zêde bariya û lehî rabû. Di encam de 6 xanî herifîn û zerar gihîşt 30 xaniyên din.

Herwiha hat zanîn ku keça bi navê Kader Yurtseven a dîmenên wê yên di ber lehiyê de çûbû li ser medya civakî hatibûn belav kirin jî rizgar bûye û rewşa tenduristiya wê baş e.

Kader Yurtseven a ji aliyê xizmên xwe ve hatiye rizgarkirin gotiye: “Min demeke gelekî zehmet derbas kir. Hemû tiştên me çûn. Bavê min jî di girtîgehê de ye, ne li vê derê ye.”