'Waliyê DAIŞê yê Lubnan û Filistînê' hate girtin
'Waliyê Lubnan û Filistînê' yê rêxistina terorîst a DAIŞê, li Sûriyê di operasyonekê de hate girtin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku Firas el-Daxer, yê ku wek 'Waliyê Lubnan û Filistînê' yê rêxistina terorîst a DAIŞê dihat nasîn, di dema operasyoneke ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ve li başûrê welêt hatibû kirin de, hate girtin.
Li gorî raporeke ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, ku xwe dispêre Wezareta Karên Navxwe, hêzên ewlehiyê û yekîneyên îstixbaratê li başûrê welêt operasyonên hevbeş li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anîne.
Di dema operasyonan de, ku tê de gelek şaneyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê hatin têkbirin, 'Waliyê Lubnan û Filistînê' yê komê, Firas el-Daxer, ligel gelek serok û endamên şaneyan ên berpirsiyarên komkujî û fînanskirina toran, hatin girtin.
