Walitîyê li 8 gundên Pîranê qedexeya derve hat ragihandin

01 adar 2019 11:42
Walitîyê li  8 gundên  Pîranê qedexeya derve hat ragihandin

PeyamaKurd -  Walîtiya Amedê li 8 gund û mezrayên girêdayî Navçeya Pîranê qedexeya derketina derve îlan kir. 

Walîtiya Amedê li gundên Şingirika Jorî, Şingirika Jêrîn, Bahro, Pîrajma, Herêda, Ersek, Keferberê û Gozel û mezrayên girêdayî Navçeya Pîrana Amedê ji saet 06.00'an ve qedexeya derketina derve îlan kir. Hat ragihandin beriya qedexe bê îlankirin li herêmê operasyona eskerî hat destpêkirin.