Wê Îngîltere îxracata sîlihan ya ji bo Îsraîlê dewam bike

15 gulan 2024 01:21
Wê Îngîltere îxracata sîlihan ya ji bo Îsraîlê dewam bike

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Brîtanyayê Oliver Dowden, ragihand ku wê îxracata Brîtanya ya Îsraîlê dewam bike. Oliver Dowden, li payîtexta Erebistana Sa’ûdiyê li Riyadê di konferansa Bazirganî ya Erebistan-Îngîltere de ragihand ku wê îxracata çekan ya ji bo Îsraîlê dewam bike û ger operasyonekî fireh bikin ser Refahê jî, wê nebe asteng li pêşiya îxracatê. Dowden, weha dewam kir:

“Raveyên me yên ji bo îxracata çekan tên kirin gelek bi hezir tên kirin. Ti bûyerekî temsîla Xetta Sor nake. Weka wezîrê karên derve çawa çend roj berê got; em di dewamkirina îxracata çekan de bi xwe bawerin. Em bi Îsraîlê re di nav têkiliyan de ne ku alîkarî here Refahê, zayîata sîvîlan herî kêm be û êrîş di rêya xwe de here.”