Von der Leyen û Borrell, seredana bajarê Bûçayê yê Ûkraynayê kirin

09 nîsan 2022 01:12
Von der Leyen û Borrell, seredana bajarê Bûçayê yê Ûkraynayê kirin

PeyamaKurd – Serokê komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula Von der Leyen û nûnerê bilind yê têkiliyên derve û ewlehiyê yê YA yê Josef Borrell seredana bajarên Bûça û Kîevê kirin. Leyen di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku serê siba zû derketine rê û çûne Kîevê û bajarê Bûçayê. Von der Leyen weha got:

“Mirovahiya me li Bûçayê perçewerçe bû. Peyama min ji bo xelkê Ûkraynayê: Wê sûcdarên wahşetê ji edaletê re bên teslîm kirin. Şerê we şerê me ye. Ez îro ji bo ji we re bêjim ez bi were me, hatim Kîevê.”

Borrell jî ragihand ku bi serokwezîrê Ûkraynayê bi Denis Şmıgal re seredana Bûçayê kirine û ji bo delîlan bicivîne, û lêkolînê dewam bike, wê desteka perwerdê û ekîpmanan bide serdozgeriya Ûkraynayê.

Ji bo kesên wenda ne, wê delîlan bidin hev û ji bo wê jî, wê dest bi projeyekî bi miqdarê 7.5 mîlyon Ewro bikin.