Volga-Dnepr naxwaze bi NATO re bixebite
PeyamaKurd- Şîrketa rêya hewayî ya Rûsyayê Volga-Dnepr bi sedema ku Amerîka û hevkarên Amerîka li dijî Rûsyayê dorpêçan dikin, wê piştî sala 2018an bi NATO re peymana xwe ji holê rake.
Peyaman Volga-Dnepr bi rêya hevkariya Ruslan-SALISê, wê peymana wê bi 10 endamên NATO re ku bo 10 salan bi wan re peymanê çêkiribû, di sala 2018an de diqede. Peymana wê bi Belçîka, Fransa, Çekya, Almanya, Macaristan, Luxemburg, Norweç, Polonya û Slowakya re hebû.
Hat ragihandin ku bi betalkirina peymanê re wê NATO di warê neqliyata hewayî de di Awrûpa de gelek qels bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin