VIDEO | Çekdarekî DAISê: Em ê li Idlibê dorpêça ser hêzên tirk rakin!

12 sibat 2020 20:32
VIDEO | Çekdarekî DAISê: Em ê li Idlibê dorpêça ser hêzên tirk rakin!

PeyamaKurd - Di dîmenên ku li herêma Idlibê hatine belavkirin de, çekdarekî DAIŞê ku dibêje ew li kêleka artêşa Tirkiye û komên çekdar şerê rejîmê dike dibêje; Tirkiye alîkariyên serbazî dane wan û ew dê dorpêça ser xalên leşkerî yên hêzên tirk rakin.

Di dîmenan de diyar dibe ku komên çekdar amadekariya êrişeke befireh li dijî hêzên rejîmê li Idlibê dikin.

Herwiha di dîmenan de diyar dibe ku yek ji çekdaran ala DAIŞê bi destê xwe ve kiriye, ji peyamnêrekî re diaxive û soz  dide ku ew ê bersiva rejîma Sûriyê bidin û hemû erdê ku di demên dawî de ji destê wan çûn dîsa vegerînin.

Heman kesê ku ala DAIŞê bi destê xwe ve kiriye, dibêje; komên Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û komên din ên cîhadî beşdarî şer bûne. Di heman demê de, dibêje ku artêşa Tirkiye panzer dane wan û wê hêzên artêşa Tirk ên bejahî beşdarî şer bibin li eniyên pêş.

Di dawiyê de ew çekdar dibêje, ew amadekariya vekirina dorpêça li ser hemû noqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk ku niha bi din serweriya rejîmê de ne dikin.