Veberhênana nîvsale ya petrola Herêma Kurdistanê hat ragihandin
PeyamaKurd- Li gorî daneyên kompaniya Deloitte, li Herêma Kurdistanê di 6 mehên duyemîn ên sala 2022yan de 78 milyon û 905 hezar û 361 bermîl petrol hatiye hilberandin.
Hat ragihandin ku berhemanîn û dahata neftê ya 6 mehên duyem ên sala 2022yan li Herêma Kurdistanê parve kir.
Li gorî hat destnîşankirin ku di çaryeka sêyemîn a sala borî de bermîlek petrolê bi 83.36 dolarî dihat firotin, di çaryeka çaremîn de jî nirxê bermîla petrolê daket 69.47 dolaran.
Li gorî daneyên hatin parvekirin, dahata petrolê di çaryeka sêyemîn a sala 2022yan de 5 milyar û 569 milyon û 613 hezar û 724 dolar bû, di çaryeka 4emîn de daket 2 milyar û 444 milyon û 46 hezar û 97 dolaran.
Li gorî raportê, di dema kabîneya hikûmeta 9emîn de li ser lêçûnên petrolê sînordar bûne, dahata wê ji % 43 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin