Urdin bi fermî 9 nexwesxanên Kurdistanê ji bo perwerda tenduristiyê qebûl kir
PeyamaKurd – Berdevkê rêvebiriya tenduristiyê yê bajarê Silêmaniyê Saman Şêx Letîf ragihand ku sekreterê giştî Konseya Tenduristiyê yê Urdinê Muhammed Mûsa bi fermî biryarekî îmze kiriye ku 9 nexweşxanên Herêma Kurdistanê ji bo perwerda tenduristiyê qebûl kiriye. Saman Şêx Letîf ragihand ku nexweşxanên Urdinê qebûl kiriye, 4 ji wan li Silêmaniyê, 3 ji wan li Duhokê û 2 ji wan li Hewlêrê ne.
Berdevk got ku Urdin li ser daxwaza Konseya Pisporiya Tibbî ya Herêma Kurdistanê 9 nexweşxaneyan qebûl kiriye û ev qebûl bersiva daxwaznameya konseyê ye.
Piştî biryara Urdinê, wê têkiliyên di navbera Urdin û Kurdistanê yên di seha tenduristiyê de bêhtir pêşbikeve û wê xwendevanên Kurdistanê karibin bêhtir tevlî ezmûnên Urdinê bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin