Unicredit 8 hezar karkerên xwe ji îs derdixe

04 berfanbar 2019 04:26
Unicredit 8 hezar karkerên xwe ji îs derdixe

PeyamaKurd- Bankeka ku di nav yên herî mezin de ye, ya Îtalyayê ya bi navê Unicredit ragihand ku di navbera salên 2020 û 2023 yan de wê 8 hezar karmendên xwe ji kar derxe û li dora 500 şaxên xwe jî bigre. Navenda bankayê bajarê Îtalyayê Milano ye.

Banka bi nivîskî ragihandiye ku bi piranî li Îtalya, Almanya û Awûstûryayê, di navbera salên 2020 û 2023an de, wê karmendên xwe %12 kêm bikin û şaxên xwe jî %17 yên wan bigre. Ev kiryar wê bankayê bi miqdarê 1,4 mîlyar Euro bixe karê. Ji vê karê 1,1 mîlyar Euro Îtalyayê eşeqedar dike, 0.3 mîlyar Euro jî Almanya û Awûstûryayê eleqedar dike.