UNICEF: Vê zivistanê milyonek zêdetir zarok li derve ne

01 berfanbar 2018 22:03
UNICEF: Vê zivistanê milyonek zêdetir zarok li derve ne

PeyamaKurd - Fonda Neteweyên Yekbûyî ya bo Zarokan (UNICEF) hişyarî da ku li welatên Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn dê 1 milyon zarok zivistanê li derve bê xanî û mal derbas bikin.

UNICEFê da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan û bêkariyê li wan herêman zarok zêdetir mexdûr doibin.

Berpirsê UNICEFê yê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn Geert Cappelaere diyar kir, ew ji bo dabînkirina şert û mercên baş di zivistanê de gelekî zehmetiyan dikişînin û got, niha pêwîstiya wan bi awayekî lezgîn ji dabînikirina 33 milyon dolaran re heye.

UNICEF armanc dike ku vê zivistanê alîkariyê bigihîne 1.3 milyon zarokên li Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Misir û Tirkiyeyê.