UNAMI: Binpêkirina eskere ye, divê demildest êrîs rawestin

28 îlon 2022 21:21
UNAMI: Binpêkirina eskere ye, divê demildest êrîs rawestin

PeyamaKurd - Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) êrîş û topbaranên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê bi hinceta baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û xwest êrîş demildest werin rawestandin.

UNAMIyê piştî êrîşa îro 28ê Îlonê ya ser wargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê daxuyaniyek belav kir.

UNAMIyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, encamên dîplomasiya moşekan wêranker dibe û got: “Iraq û Herêma Kurdistanê wê yekê red dikin ku weke 'hewşa pişt malê' ligel wan muamele were kirin, ku bi awayekî asayî ji aliyê cîranên xwe ve serweriya wan were binpêkirin bêyî ti sizadanekê.”

Li gorî ragihandina Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê, di encama êrîşên Supaya Pasdaran a bi dronên bombekirî û moşekbaranê de, li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûne û hejmara qurbaniyên Zirgiwêz jî hîn diyar nebûye.