Ukrayna | Rûsya pasaport û hemwelatîbûna rûsî dide xelkê deverên dagirkirî
12 hezîran 2022 22:07
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyay li deverên dagirkirî yên Ukraynayê hemwelatîbûna rûsî dide.
Li gorî ajansa rûsî TASSê, li bajarên Herson û Zaporijiya yên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine dagirkirin, dest bi belavkirina hemwelatîbûna rûsî hatiye kirin.
Ajansê ragihandiye ku roja Şemiyê bi merasîmekê pasaporta Rûsyayê bo 23 welatiyên ûkraynî hatiye dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di meha Gulanê de, biryarnameya hêsankirina dayîna pasaportan û hemwelatîbûnê bo xelkê herêmên dagirkirî derxistibû.
Li gorî zanyariyan li Hersonê êdî pereyê Ukraynayê jî wê neyê bikaranîn û li şûnê derbasî Rûbleya rûsî dibin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsyayê li Ukrayna perwerdeya rûsî da destpêkirin
10 trm 2022
Jiyan
Ukrayna: Leskerên rûsî yên hatine dîlgirtin naxwazin vegerin Rûsyayê
20 adr 2022
Cîhan
Ciwanekî Kurd bi soza "jin û pasaporta Rûsî" xwe li eniya Ukraynayê dît
27 mjd 2025
Cîhan
Ukrayna | Rojnamevaneke rûsî di bombardimana Rûsyayê de hat kustin
24 adr 2022
Tenduristî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin