Ûkrayna: Rûsya bi sedemên nerast korîdora hûbûbatê asteng dike

29 cotmeh 2022 23:14
Ûkrayna: Rûsya bi sedemên nerast korîdora hûbûbatê asteng dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dimitry Kuleba li ser vekişîna Rûsyayê ji peymana hûbûbatan ragihand ku:

“Rûsya bi sedemên an bahaneyên nerast dixwaze korîdora hûbûbatan asteng bike.”

Dimitry Kuleba ragihandina xwe piştî ku wezîrê karên bergiriyê yê Rûsyayê ragihand ku Rûsya ji peymanê vekişiyaye, kir. Kubela di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Me Rûsyayê di mesela sabotekirina hûbûbatê ya Derya Reş de hişyar kiribû. Niha Rûsya ji bo korîdorê asteng bike bahaneyên nerast dide pêş. Bi mîlyonan kes pêdiviya wan bi ewlehiya xidayan heye. Ez bang li temamê dewletan dikim ku Rûsyayê ji ber leystikên wê yên birsê, bide rawestandin û berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.”

Rûsya îro ragihandku bi sedema Ûkrayna êrîşê ser keştiyên wan yên li Sêwastopolê kiriye û heman keştî di ewlehiya korîdora hûbûbatan de cî digirtin.