Ûkrayna: Me li Qirimê li baregeha hêzên asmanî ya Rûsyayê xist

06 rêbendan 2024 20:11
Ûkrayna: Me li Qirimê li baregeha hêzên asmanî ya Rûsyayê xist

PeyamaKurd – Ûkraynayê angaşt ku Hêzên Asmanî yên Ûkraynayê, li Qirimê, li dijî Baregeha Navendî ya Hêzên Asmanî ya Sakî ya Rûsyayê êrîşeke berfireh pêk anîne.

Fermandarê Hêzên Asmanî yên Ukraynayê Nikolay Oleschuk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de angaşt ku frokeyên Hêzên Asmanî yên Ûkraynayê, li Qirimê, li dijî Baregeha Navendî ya Asmanî ya Sakî ku mezintirîn baregeha Rûsyayê ya li herêma Qirimê ye xistine.

Fermandarê Ûkraynayî Oleschuk anî ziman ku hêzên wan hemû xalên giring ên Bergeha Asmanî ya Sakî kirine armanc û got: "Ez careke din ji ber vî karê serkeftî spasiya hemû pîlotên me dikim."

Di derbarê vê angaştê de Ajansa Dewletê ya Ûkrayna Ukrinformê di nûçeya xwe de ragihand ku ev navenda hêzên hewayî ya Rûsyayê, Navenda Fermandariyê ya hêzên Rûsyayê ye.