Ukrayna: Me 24 frokeyên Rûsyayê têk bir
PeyamaKurd – Ûkraynayê bi ragihandike fermî angaşt ku wan 24 frokeyên bê mirov yên cûreya 'Şahed' ên Rûsyayê têk birine.
Di daxuyanîya nivîskî ya artêşa Ûkraynayê de hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê şeva çûyî, bi 28 frokeyên bê mirov, êrîşî hin deverên paytexta Ûkraynayê Kîevê kirî ye û ev êrîş bûye sedema hin xesarên maddî û birîndarbûnan.
Di daxuyanîyê de Artêşa Ûkraynayê angaşt ku ji van 28 frokeyên bê mirov ên cûreya 'Şahed' ên Rûsyayê 24 ji wan, li hewayê hatine têkbirin
Di heman demê de Serokê Rêveberîya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Sergey Popko jî di peyama xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê de da zanîn ku şeva çûyî, ji alî Rûsyayê ve bi frokeyên bê mirov êrîş li ser paytext Kîevê pêk hatine.
Popko ji heman agahiyên artêşê da û got ku êrîş bi frokeyê bêmirov ên cûreya 'Şahed' pêk hatine û da zanîn ku di encama êrîşê de, li taxa Solomyanskê ya Kîevê, di avahiyeke pirqatî de rûxandin û şewat pêk hatîye.
Popko ragihand ku di encama vê êrîşa li dijî avahîya navborî de 2 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin