UANI: Firotina nefta Îranê ji sedî 30 kêm bûye

03 hezîran 2022 00:07
UANI: Firotina nefta Îranê ji sedî 30 kêm bûye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi taybet piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, firotina nefta Îranê bo welatan kêm bûye.

Li gorî rapora nû ya Saziya Yekîtiya li Dijî Îrana Nukleerî ( UANI) ku ji komqaniya “Tanker Trackers” amarên dawî wergirtine, firotina neft û berhemên neftî yên Îranê di 3 mehên derbasbûyî de ji %30 kêm bûye.

Wekî sedema kêmbûna firotina petrola Îranê jî şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê hatiye nîşandan ku piştî dorpêçên welatên rojavayî, Çînê wekî piştgirî li şûna Îranê berê xwe daye kirîna nefta Rûsyayê.

Hatiye diyarkirin ku kirîna nefta Îranê ji aliyê Çînê ve %43 kêm bûye û Çîn li şûna nefta Îranê, neftê ji Rûsyayê dikire.

Li gorî nûçeyeke Reutersê jî niha 40 milyon bermîl nefta Îranê di avên Rojavayê Asyayê de asê maye û ti welatek wê nakire.