Trump: “Wext hatiye em desthilatiya Îsraîlê li ser Golanê qebûl bikin”

21 adar 2019 23:35
Trump: “Wext hatiye em desthilatiya Îsraîlê li ser Golanê qebûl bikin”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wext hatiye da ew  desthilatiya Îsraîlê li ser Girên Golanê qebûl bikin. Golan heya sala 1967an di nava sînorê Sûriyê de bû û bi awayeka fermî axa Sûriyê ye. Îsraîl Golanê ji Sûriyê sitend û niha di bin desthilatiya Îsraîlê de ye.

Lê tevî ku Lubnan dewleteka serbixwe ye, hêzên Sûriyê din av de ne û destekê di Hîzbûllaha Lubnanê. Di hevdîtinên berê de yên navbera Îsraîl û Sûriyê de Îsraîlê bi şertê ku Sûriyê xwe ji Lubnanê veişîne, wê Girên Golanê bida Sûriyê û jê vekişiya lê Sûriye qebûl nekir.