Trump û Kongreya Amerîkayê li ser OPECê zextê zêde dikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber bihayê nefta xam a zêde Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) rexneyan dike, ji bilî Trump li Kongreya Amerîkayê jî pêşnûmayeke qanûnê ya dijî OPECê dîsa hat rojevê. Ev zexta li ser OPECê zêde dikin.
Ev pêşnûmaya qanûnê ya bi navê "Ji Kartelên Neftê Derdixin û Îxrac Dikin Re Na" (NOPEC) cara ewil di sala 2000an de derket holê û heta niha 16 caran pêşkêşî Kongreya Amerîkayê hat kirin. Hefta borî cardin ew pêşkêşî kongreyê kirin.
Di sala 2007an de Kongreyê ev pêşnûma pesend kiribû, lê Serokê Amerîkayê George W. Bush yê wê demê û di sala 2012an de jî Serok Barack Obama li hember wê derketibûn. Heta wisa ku bi vetokirinê va tehdîd kiribûn. Lê vê carê heke Kongre pêşnûmayê qebûl bike Serok Trump ê ku li dijî OPECê ye wê pêşnûmayê îmze bike û ewê bibe qanûn.
Heke NOPEC bibe qanûn Amerîka bi hincetên "manîpulekirina bihayên nefta xam, manîpulekirina piyasaya nefta kurewî, bi milyar dolaran zirar dayîna aboriya nefta Amerîkayê" wê bikaribe li dijî OPECê dozê veke. Ji bilî vê Amerîka wê bikaribe milyar dolaran tazmînatê ji wê bixwaze.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin