Trump û jina xwe bi Kovid-19 ê ketin lê dahatûya Amerîkayê!
PeyamaKurd- Serokê Amerîayê Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump bi Kovid-19 ê ketin lê di pey vê nûçeyê de li Amerîkayê niqaşên weka wê rêvebiriya Amerîkayê çawa bimeşe, newxweşîna Trumpî dê çendîn li hilbijartina Amerîkayê bandorê bike, eger halê nexweşîna Trump giran bibe, wê çi biqewimin û pirsen weka vana ket rojeva Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump do bi şev di ser hesabê xwe yê Twitterê de nexweşîna xwe weha ragihandibû:
“Îşev testa First Lady û ya min posîtîv derketin.Em karantina xwe û wexta xwe ya başbûnê yekser didin destpêkirin. Em ê vê pêvajoyê bihevre derbas bikin.”
Li gor qanûna Amerîkayê divê herkesê ku bi Kovid-19 ê bikeve, 10 roj di karantînayê de bimîne. Hilbijartina serokê Amerîkayê di 3 yê meha pêşiya me de ye. Ji ber nexweşîna Trump hemwelatî ketine şoqê û nav lêgerînê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin