Trump sertê derketina ji Iraqê askere kir

06 rêbendan 2020 13:23
Trump sertê derketina ji Iraqê askere kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump gefên sepandina cezayên giran û tund li Iraqê xwar in û got bila Iraq ew heqê ku Amerîka bo çêkirina baregehên leşkerî yên wî welatî kiriye, bide wê çaxê ew ê hêzên xwe ji Iraqê derxînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa tolhildaneke tund li Îranê xwar, eger ew hewla tolhildana kuştina Qasim Suleymanî bide.

Donald Trump di civînekê rojnamevaniyê de ragihand ku Amerîka ji Iraqê dernakeve, eger hikûmeta Iraqê heqê bingehên asmanî yê Amerîka li wî welatî nede.

Trump got, bingeheke wan ya gelekî buha li Iraqê heye, bi milyonan dolaran li ser avakirina wê hatiye xerckirin, heta ku Iraq wan pereyan nede, ew ji wir dernakevin.

Trump herwiha, eger Iraq daxwaza derketina hêzên Amerîkî bike û ew kar ne bi rêyeke dostane be, wê Amerîka cezayên tund bi ser Iraqê bisepîne, ku gelekî ji cezayên bi ser Îranê sepandibû mezintir be.