Trump: Min nehist Erdogan êrîsî hêzên Kurdî bike

29 hezîran 2019 16:27
Trump: Min nehist Erdogan êrîsî hêzên Kurdî bike

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Japonyayê Osakayê di çarçoveya G20yê hatin cem hev. Trump eşkere kir ku nehiştiye Tirkiye êrişî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bike û dibêje ku leşkerên Tirkiyê dixwestin rêz bibin û biçin ji bo tunekirina wan kesên ku me li gel wan DAIŞ têk bir. Trump, "Min telefonî Erdogan kir û jê xwest ku wiha neke."

PIRSGIRÊKEKE MEZIN A ERDOGAN BI KURDAN RE HEYE,

Donald Trump  li Japonyayê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand:

“Tirkiye dosyayeke balkêş e, dosyeyeke giran e, wek serokomar Erdogan, ew jî dijwar e, lê ez berdewam im. Dibe ku ew tiştekî xirab be, lê bi baweriya min bi rastî tiştekî baş e, ji ber eşkere bibêjim ew, pirsgirêkeke wî ya mezin ligel Kurdan heye, wek hemû dizanin, 65 hezar leşker li ser sînor kom kiribûn û dixwest Kurdan jinav bibe, ku wan alîkariya me kir li dijî DAIŞê û bi rêjeya ji sedî 100 me xîlafet têkşikand.

Min peywendî ligel danî û daxwaz jê kir ku wiha neke, ew, li gor min, dijminê serekî yên wî yan Tirkiyê, wî êrîş nekir, leşkerên Tirkiyê dixwestin bikevin rêzê û biçin bo tunekirina wî xelkê ku me xîlafeta DAIŞê ligel wan jinav bir. Ew nikare wêna bike, nekir jî.

Erdogan jî got, “berî her tişrî hevkariyekeme ya stratejîk heye. Ev di gelek qadan de me teşwîq dike. Em wisa bawer in ku ev baweriya me dê wiha bidome.