Trump: Me soz nedaye Kurdan ku 400 salan wan biparêzin
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump îro beriya civîna konseya wezîran a li Koşka Spî di daxuyaniyên xwe de, li ser êrîşên Rojava gefa dorpêçên aborî û bacê li Tirkiyê xwar û ji bo Kurdan jî got, "Me soz nedaye Kurdan ku wan 400 salan biparêzin."
Donald Trump li ser agirbestê jî da zanîn ku herdu alî jî li gorî agirbestê tevdigerin, tenê hinek şer û pevçûnên piçûk diqewimin û got, “Ji ber şer û pevçûnên li sînor gelek tirkan jî jiyana xwe ji dest daye, divê li herdu hêlan binêrin."
Trump li ser vekişandina leşkerên Amerîkî diyar kir ku wan biryareke gelekî aqilane daye û ev gef li Tirkiyê xwar: “Heger Tirkiye ne li gorî rewşê tevbigere, emê dorpêçan li ser bisepînin û bacan zêde bikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin